Break newsHevpeyvînslide

ENKS daxwaza federalîzmeke cugrafî li Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê federalîzmê de gelekî girîng e. ENKS jî daxwaza federalîzmeke cugrafî li Sûriyê dike.

Endamê Desteya Derve yê ENKSê Ferîd Osê ji K24ê re got: “Ji berê de Serokatiya Herêma Kurdistanê piştevaniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û federalîzmê bo Kurd li Sûriyê dike, îro jî bi fermî hate kirin, ev yek jî bo gelekî pêwîst e.”

Osê derbarê federalîzmê li Sûriyê de, got: “Heger em bixwazin Sûriye yekgirtî bimîne, federalism baştirîn çareserî ji Sûriyeya pêşeroj re ye, ji ber niha Sûriyê di navbera hêzên nakok de keleperşe ye, her grûpeke çekdar li deverekê mîrîtiyek ji xwe re ragihandiye.”

Derbarê egera federalizmê li Sûriyê pêk were de, Osê got: “Li mezintirîn welatên cîhanê sîstema federalîzmê ji xwe hilbijartine. Em wek ENKS em amade ne careke din ligel PYD bi hev re danûstandinan bikin. Di hemû rêkeftinên berê de jî me li ser federalîzmê lihev kiribû.”

Derbarê awayê federalîzma ku ENKSê li Sûriyê daxwaz dike, Osê got: “Em federalîzmeke cugrafî li deverên Kurdî dixwazin, herwiha mafê hemû pêkhateyên jî dê tê de parastî be, lê heta niha PYDê ranegihandiye ew çi federalîzmê dixwaze.”

 

Osê derbarê ku niha deverên Kurdî di bin kontrola HSD û YPGê de ye, got: “Rewş li Sûriyê wisa namîne, niha agirbest li Sûriyê hatiye ragihandin, piştre jî dê danûstandinên aştiyê li Cenêvê di 9ê Adarê de birêve biçe û çareseriya siyasî li Sûriyê dê were destpêkirin, wê de ew grûpên çekdar yên niha li ser erdê ne, dê nemînin.”

Osê derbarê rêkeftina ENKSê ligel Îtîlafa Opozîsyonê re got: “Gava me bi Îtîlafê re belgename îmze kiriye, ev xaleke nakok bû di navbera me de, lê di wê belgê de me maf da xwe ku em wek ENKSê kar bikin bo di Sûriyeya pêşerojê de federalizm pêk were.”

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button