Break newsNûçeslide

Qeradawî: DAIŞ xelîfetî bêrûmet dike

Hewlêr – Yusif el-Qeradawî ku Serokê Zanayên Misilman e got, xelîfetiya ku serokê DAIŞê ragihandiye bê wate ye û bi armanca bêrûmetkirina sîstema xelîfetiya avêtine hole.
Qeradawî di heqê pêşketinên dawî yên li welatên misilman de bi ajansa anadoliyê re got, tu wateya xelîfetiya ku serokê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihandiye tuneye û nêrînên lezok û tund zirarê didin xelîfetiya rasteqînî û wiha pêde çû:
“Xelîfetiya ku îro bête ragihandin, divê ji hêla serokên dewletên ku destûra wan dijî pîvanên îslamî nîn e ve bête sazkirin. Ew jî wek fedarasyon an jî konfederasyon dibe. Yekîtiyeke wiha jî dê desthilatiya rast û adîl be.”
Di berdewama axaftina xwe de Qeradawî got, ji ber sedema ku desthilatiyên niha zext, zilm û gendeliyê dikin komên tund di nav misilmanan de derdikevin û domand “Hin ciwan dibên qey di rêya Xwedê de şer dikin dikevin pey tundrewan. Ev yek kêşeyek mezin e û îslam tundrewî qebûl nake.”
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button