Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Em hêvîdarin rumeta têkbirina DAIŞ ji para Kurdistanê be

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li paytext Hewlêrê ligel wezîrêkarê derve ya Êranê Mihemed Cewad Zarîf civiya.

Piştî civîn bidawî herdu aliyan pêkve kongireye rojnamevanî li darxistin, wezîrê karêderve yê Êranê Zarîf ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku Êran çawa li ewlehî û aramiya xwe temaşe dike bi heman rengî ewlehî û aramiya Êraqê digre dest û diyar kir ku welatê gelek giringiyê didê vê xalê.

Zarîf ragihand ku Êran di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê û tekez li ser wê yekê kir ku DAIŞ bi ser Kurd, Şî`a û Suna de jî metirsiyan çê dike.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve tekez kir ku hêzên pêşmerge dê berdewam di êrişên bi ser rêxistina terorê DAIŞ de û cexit kir ku dê ti carî DAIŞ di cîbicî kirina armancên xwe de serkeftî nebe, Serok Barzanî da xuya kirin ku hêzên pêşmerge gelek serkeftin bi dest xistine û her diçe DAIŞ têk diçe û di vê demê de pêşmerge di êrişê de ye û gelek ziyan gihandiye rêxistina terorê, Serok Barzanî her wiha diyar kir ku ew hêvîdare rumeta têbirina DAIŞ ji para Kurdistanê be.

Wezîrê karê derve yê Êran îro berî nîvro gihîşte Hewlêr û ev yek di çarçovaya serdana wî de bû li Êraqê.

PUKmedia / Hewlêr

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button