Break newsNûçeslide

Ji NATOyê bo Iraqê banga alîkariyê

Hewlêr – Sekreterê NATOyê Anders Fogh Rasmussen da xuyakirin ku “Hikûmeta Iraqê eger alîkariyê ji NATOyê bixwaze, ew xwestin dê bê nirxandin.”

Herwiha di daxuyaniye de destnîşan kir “Komelgeyên navneteweyî berpirsiyarin DAIŞê rawestînin û rê li ber bigirin.”

Rasmussen di daxuyaniyê de Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, ji ber erkdarkirina Heyder Ebadî ya avakirina hikûmeta nû, pîroz kir.

NATO ya 28 dewlet endam, ragihand ku di şerê li hemberî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) de dê piştgiriya Iraqê bikin.

Daxuyaniya NATOyê ya piştî axaftina Sefermandarê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka beriya du rojan gotî “Ji bo têkbirina DAIŞê divê hêzen nawneteweyî hevpar tevbigerin” balkêş hat.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button