
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
PDK-Î bang li kurdên piştgiriya hikûmeta Îranê dikin ku çekan deynin
Yekîtî Media 19/6/2016
Mistefa Hicrî sekretêrê partiya dîmoqratî kurdistanî Îran PDK-Î bangê li kurdên ku piştgiriya hikûmeta Îranê dikin û di nav hêzên wê de şerê pêşmergeyan dikin ku ew dev ji wan kiryaran berdin.
Hicrî di riya kenala Kurdistan 24 re banga xwe eşkerekir û soz da ku çi kesên çekên xwe deynin tu zirar nagihêje wan.