Break newsNûçeslide

Di serdaneke nageh de wezîrê berevaniya Rûsyayê hat Şamê

Yekîtî Media 19/6/2016

wezîrê berevaniya Rûsiya Sêrgî Şwîgo serdana Sûriyê dike û Beşar El-esed  pêşwaziya wî li Şama paytext dike  , alavên ragihandina rêjîmê diyar kirin ku di wê serdanê de Şwîgo nameyek ji serokê welatê xwe Fladîmêr Pûtin radestî Beşar El-esed kir û behsa şêweyên leşkerî di navbera hêzên wan û rêjîmê de kirin bêyî ku tu zanyariyên zêdetir eşkere bikin.

ji aliyê xwe ve wezareta berevaniya Rûsiya ragihand ku serdana wezîrê wan ji bo rewşa leşkerên welatê xwe li pêgeha Himêmîmê bişopîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button