Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ocalan: Ji Nêçîrvan Barzanî hez dikim, ew min fêm dike

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Ocalan di hevdîtina digel parlamenterên HDPê Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder de pesnê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daye û wiha gotiye: “Ew jîr e. Ez ji wî hez dikim, ew ji min fêm dike.”

Roja 5ê Adara îsal, Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder seredana Îmraliyê kirin û bi Rêbnerê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Ocalan tevî şandinda silavan ji Nêçîrvan Barzanî re, gotiye: Ji wî hez dikim, ew min fêm dike.

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî di Twîttera xwe de nivîsandiye: Ocalan pêr bi Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder re silav ji Nêçîrvan Barzanî re şandiye û gotiye: Ew jîr e, ji wî hez dikim û ji min fêm dike.

Samî Ergoşî li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Ocalan pêr ev peyama xwe bi Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder re şandiye û di hevdîtinê de Ocalan tevî şandina silavan, hezkirina xwe jî ji Nêçîrvan Barzanî re nîşan daye û gotiye: Ew jîr e, ji wî hez dikim û ew min fêm dike.”

Ergoşî her wiha diyar kir ku ev peyam di bersiva peyameke Nîçîrvan Barzanî de bû ku bi Leyla Zana re jê re şandibû û tê de piştgiriya xwe ji bo hewlên Ocalan yên ji bona aştî û çareseriyê nîşan dabû.

Hefteya derbasbûyî jî Samî Ergoşî di gotarekê de gotibû: Di seredana xwe ya dawîn a Enqerê de, Nêçîrvan Barzanî bi serkomar û serokwezîrê yên Tirkiyê re li ser pirsa aştî û çareseriyê sekinîbû û tenê ev mijar yek ji mijarên sereke yên civîna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan bû. Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de dîsa ji Erdogan re gotiye ku Ocalan ji bo aştî û çareseriyê şansek e.

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Barzanî, di wê gotarê de herweha bal kişandibû ser navbeynkariya çend salî ya Nêçîrvan Barzanî ya di navbera Qendîl û Enqerê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button