Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Kerkûkê metirsî kêm bû

Kerkûk (Rûdaw) – Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di encama operasyona îro li derdora Kerkûkê pêk anîn de 170 kîlometre çarcik kontrol kirin.

Fermandeyê Eniya Kerkûkê yê Pêşmerge ji Rûdawê e wiha got: “Me di encama operasyona îro de 170 kilometrê çarci axa Başûrê Kurdistanî ji rêxistina DAIŞê paqij kir.”

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl jî wiha got: “Îro Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê serkeftinek mezin bi dest xist.”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmud jî diyar kir ku ser tevahiya Kerkûkê metirsî kêm bûye.

Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge û hêzên polîs û asayîşê bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li başûrê Kerkûkê dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê kiribûn.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl ragihandibû bo azadkirina derdora Kerkûkê, pêşmerge li benda Artêşa Iraqê namîne û dê bi xwe navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgar bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button