Break newsNûçeslide

Nûnertiya ENKSê daxwaza rawestandina rêkeftina Dihokê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Nûneratiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Başûrê Kurdistanê ji emîndariya giştî daxwaz dike ku kar bi rêkeftina Dihokê were rawestandin.

Nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di nameyekê de ji emîndariya giştî ya encumenê re got ku divê rê li pêş îstixlala TEV-DEMê ji rêkeftina Dihokê re were girtin bi rawestandina kar bi rêkeftina Dihokê.

Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê di nameya xwe de ragihand ku divê rola ENKSê were aktîvkirin da ku bi erkê xwe weke nûnerê rasteqîn ji kurdên Rojavayê Kurdistanê re rabe.

Nûneratiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê herwiha anî ziman, ji ber ku TEV-DEM bi şeraketa hevbeş pabend nebû û ji ber ku leşkeriya neçar ranewestand û girtiyên siyasî serbest neberdan û herwiha hilbijartinên şaredariyan paş nexistin, divê kar bi rêkeftina Dihokê were rawestandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button