Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî fermana lêkolînkirina bûyera avêtina ser kampa PDKÎ da

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman daye lêjneyek ji bo lêkolînkirina bûyera avêtina ser kampeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) were avakirin.

Roja 3ê Adara îsal, hêzên Polîs û Asayişê yên bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê “ji ber arîşeyeke civakî” derbasî nav kampa PDKÎ bibûn. Ev yek rastî nerazîbûna PDKÎ hatibû.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman daye lêjneyek ji bo wê bûyerê were avakirin.

Fuad Husên got, qesta Barzanî ji avakirina wê lêjneyê ew e ku ew bûyer were ronîkirin û rastiya wê derkeve holê.

PDKÎ dibêje, hêzên ewlehiyê bêyî ku ji wan re bêjin derbasî nav kampê bûne û li jin û zarokan dane. Lê hêzên ewlehiyê jî dibêjin, ew bi fermana dadgehê derbasî nav kampê bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button