Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DYE piştgirî da banga Ocalan

DYE da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve piştgirî didin pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û banga Ocalan.

Berdevka wezareta karê derve ya Emerîka Marie Harf ji Waşintonê di kongira rojane ya rojnamevanî de da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve piştgiriyê didin banga Ocalan ya bi ew 10 madeyên li ser lihevkirine girêdayî û ji bo vê yekê PKK` berve kongirê ve biçe û çek berde, ew ji banga Ocalan kêfxweşin.

Harf wiha bersiv da pirsa derbarê banga Ocalan de û got; Ji bo ev pevçûn bête bidawî kirin, em ji her pêngaveke ku çareseriya aştiyane bi hêz dike dilxweşin, çi ji aliyê hikûmetê ve be yan aliyên din be, em hemû xebatên ji bo aştiyeke mayîde têne kirin berz dinirxînin û pîrz dikin. Hêşta pir hûrguliyên em nizanin hene, di pêşerojê de ev hûrgulî dê derkevine pêş, wê demê tekez emê ji nêz ve pêşketinan bişopînin.

PUKmedia / DHA

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button