Break newsNûçeslide

Efrîn-Malbatek ji aliyê YPGê ve hat sirgûnkirin

Efrîn – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, malbatek ji aliyê YPGê ve hat sirgûnkirin.
Li Efrînê, 4 kes ji malbatekê bi hêceta ku alîgirên PDK-Sê ne û yek ji wan Pêşmerge ye, ji aliyê YPGê ve hatin sirgûnkirin.
Bûyer bi vî rengî çêbûye:
Îbrahîm Korîş, ku pêşmergeyê Rojava ye li Başûrê Kurdistanê, ji bo dîtina dayîka xwe diçe Efrînê lê ji aliyê “Yekîneya Nehîştina Terorê” ya YPGê ve tê girtin.
2 meh berê jî, biraziyê wî yê bi navê Mehmûd Korîş (20 salî), bi hêceta ku xwestiye ji bona berdana apê xwe xwepêşandanê bike tê girtin û heta niha nayê zanîn çi hatiye serê wî.
Dema apê Mehmûd, Îbrahîm Korîş jî berdidin wî sirgûnî Tirkiyê dikin. 2 rojan berê jî xûşka Mehmûd a bi navê Rojîn ji aliyê heman çekdaran ve tê girtin.
Li ser girtina Rojînê, jêderekî ji malbata Korîş ji Rûdawê re got, xûşka Mehmûd ya bi navê Rojîn ku 15 salî ye, di dema lêpirsînê de jê hatiye pirsîn ka endama kîjan partiyê ye û di dema lêpirsînê de hatiye êşkencekirin paşê jî avêtine ser rê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, îro Rojîn û herdu xûşk û birayê xwe yên 18 salî hatin sirgûnkirin û derbasî Tirkiyê bûn.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button