Break newsNûçeslide

Nûnerê NY ji bo Sûriyê:Koban bi komkujiyê re rûbirû ye

Düsseldorf  – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê, Staffan de Mistura, hişyarî da ku xelkê bajarê Kobanê bi komkujiyekê re rûbirû ye, eger ku bajar bikeve destê DAIŞê. De Mistura got: “Eger bajar bikeve destê çekdarên DAIŞê, metirsiya goleke xwinê heye.“ Staffan de Mistura li bajarê Genevê yê Swîsreyê diyar kir ku hêj di navera 500 heta 700 sivîl li Kobanê mane, ku pirraniya wan jî mirovên temen mezin in.

De Mistura bang li Tirkiyê jî kir ku deriyê sînor ji bo koçberên kurd yên li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê veke. De Mistura diyar kir ku ji bilî mirovên ku hêj li Kobanê mane, di navbera 10.000 heta 13.000 mirov li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de asê mane.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button