Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hêzên Pêşmerge li nêzîk Zûmarê cihên stratejîk kontrol kirin

Rebîe – Hêzên Pêşmerge di encama operasyona îro li devera Zumarê, ji bilî rizgarkirina 18 kîlometran, destê xwe danîn ser Kenala Cezîre ya avê, ku kenaleke stratejîk ye.

Jêderekî ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge êriş kirin ser çeperên DAIŞê li sînorê Zûmarê û ji bilî rizgarkirina herdu gundên Xirabe Işiq û Xirabe Tîn, bêhtirî 18 kîlometir ji devera Zûmarê xistin destê xwe.”

Heman jêder tekez kir ku, “Di wê operasyonê de Hêzên Pêşmerge destê xwe danîn ser Kenala Cezîre ya avê, ku kenaleke stratejîk ye.”

Wî jêderî wiha got: “Pêşmerge ji aliyê bakurê rojavayê Zûmarê tenê 10 kîlomitran ji Zûmarê dûr e.”

Hefteya borî Hêzên Pêşmerge nahiyeya Rebîeyê kontrol kirin.

Îro jî Hêzên Pêşmerge dest bi operasyoneke berfireh bo rizgarkirina Zûmarê kirin û li gorî agahiyan ji bilî rizgarkirina herdu gundên Xirabe Işiq û Xirabe Tîn, bêhtirî 18 kîlometir ji devera Zûmarê xistin destê xwe.

Wî jêderî da zanîn ku, “Di encama wê operasyonê de ji bilî kontrolkirina cihên stratejîk, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê kuştin.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button