Break newsNûçeslide

Balafirên şer li Kobaniyê li DAIŞê didin

Hewlêr – Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî operasyon û bomebarankirina çeperên DAIŞê li derdora Kobaniyê bêhtir kirin.

Piştî 22 rojan ji êrişên DAIŞê li ser herêma Kobanî, balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bomebarankirina çeperên DAIŞê li derdora Kobaniyê bêhtir kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobaniyê ragihand: “Vê sibehê operasyonên balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî dest bi bombebarankirina Girê Miştenûr û derdora wê û navçeya Tirmek û Tilşer kirin.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Piştî nîvro bombebaran bêhtir bûn, bi awayekî ku her nîv seatê carekê li çekdarên DAIŞê didin.”

Ligel destpêka bombebarankirina balafiran, dengê top û teqeyan li ser Kobaniyê kêm bûye. Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî operasyonên wan li ser Kobaniyê ji aliyê Bakurê Kurdistanê tên dîtin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button