Break newsNûçeslide

Erdogan: Çi pêwîst be dê bê kirin!

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser bûyerên ji bo piştgiriya Kobaniyê û got, “Mudaxaleya polîs û leşker bi mertalan dikin ne bes e, êdî çi  pêwîst be ewê dê bikin.”

Serokomar Erdogan li Zanîngeha Karadenizê ragihand ku hin kes dixwazin “Tirkiyeya berê” vejîninin û wiha domand:

“Çalakiyên dijwar ên çend roj in didome bi têne ne rêxistinek û ramanek siyasî piştgiriyê dide. Heger hûn baş binerîn hûnê bibînin kesên ku dixwazin Tirkiyeya berê vejîninin jî piştgiriyê didin.

Erdogan da nişandin ku êdî polîs û leşker dijwartir mudexaleyan bike û got, “Mudaxaleya   polîs û leşkeran a bi mertalan bike ne bes e, êdî çi  pêwîst be ewê dê bikin.”

Serokomarê Tirkiyeyê behsa şewitandina al û peykerên Ataturk jî kîr û axiftîna xwe wiha qedand:

“Bila hemû kes bizanibe mebesta wan çalikiyan ne piştgiriya Kobaniyê ye, mebest vejînandina Tirkiyeya berê ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button