Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Awustralya : Yekem êrişên asmanê bi ser DAIŞ ve li Êraqê pêk anî

Balafirên şer ên Awustralya yekem êrişên xwe li dijî rêxistina terorê DAIŞ li Êraqê pêk anî.

Welatê Awustralya yê beşdarî hevpeymana navdewletî bûye li dijî DAIŞ ragihand ku hêzên wê yên asmanî yekem êrişên xwe li dijî baragehên rêxistina terorê DAIŞ li Êraqê encam da.

Wezereta berevaniya Awustralya da xuya kirin ku balafireke şer ji cura F-18 super Hornit li Êraqê du bombe bi ser yek ji baragehên DAIŞ de berda û bê rastî ti ziyanekê bê vegeriya barageha xwe.

Hêjayî gotinê ku balafirên şer ên Awustralya roja duşemê êvarê yekem kargêriyên şer li dijî DAIŞ li Êraqê dest pê kirin lê bombarduman nekir.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button