Break newsNûçeslide

Alîkarî dê ji bo Kobaniyê bidome

Wan – Alikariya ji bo penaberên Kobaniyê yên ji ber êrîşên DAIŞê reviyan navçeya Pirsûsê ji ber çalikiyên dawî hefteyek rawestiyaye. Erkdarên koordînasyona alîkariyê ragihandin ku alîkariya penebaran dê bidome.

Berdevkê Çapemeniyê yê Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Serokwezîriyê (AFAD) Dogan Eşkinat ji Rûdawê re ragihand ku ji ber êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji Kobaniyê 173 hezar kes penaberê Tirkiyeyê bûne.

Ji bo penaberan li devera deriyê sînorê Murşitpinarê bajerekî çadiran hatiye avakirin û li navenda  Pirsûsê jî bo Kobaniyan du kamp hatîne avakirin. Hat ragihandin ku çadirên Heyva Sor yên ji bo 4-5 kesan hatin çêkirin de 10-15 kes  dimînin. Gelek kes jî li cem lêzimên xwe, dikanên valê û li parka dimînin.

Pirsgirekên penaberan ên sereke bêcihî, xwarin û vexwarine. Xerxwazên li herêmê da zanin kemasiyên tendurîstiyê jî hene.

Kampanyayên alîkariya ji bo penaberên Pirsûsê ji ber protestoyên piştgiriya Kobaniyê destpêkirin çend roj in hatine sekinandin. Bûyer îro hinekê kêm bûn û kampanyên alîkariyê dîsa destpêkirin.

Koordînatorê Alîkariya Rojava û Şingalê Cevdet Altindag ji Rûdawê re got cara dawiyê ji bo penaberên li Pirsusê goştên qurbanê şandine û wiha domand:

“Kampanyaya alîkariyên me didome û me hîç navber ne da lê belê ji ber bûyerên van rojan kontrolkirina  rêyan zêde bûye me keresteyên alîkariyê ne şandine. Lê dîsa jî têra 3 heyva keresteyên alîkariyê li depoyên me yên li wê derê de hene.”

Altındag eşkere kir ku heta niha 336 kamyonên alîkariyê şandine  Pirsûsê û AFAD, IHHyê jî her yekê kamyonek şandine.

Endamê Encûmana Ragihandina Alîkariya Rojava Faruk Tatli jî daxuyandin deriyê sînorê Akçakaleyê ji kereseyên alîkariyê re hatiye girtin lê belê çûyina kargoyan didome û wiha got:

“Ji ber ku deriyê sînorê Akçakaleyê girtîbû demek dirêj bû alîkarî ji bo Kobaniyê û Efrînê nedihat şandin. Di encama hevdîtina me li gel Rêvebire Alîkariyên Sînorê Sûriyeyê kirî de me destûr stand em alîkariyê li deriyê Sînorê Karkamişê derbas re bikin.”

Faruk Tatli got divê alîkariyên mirovahî bidome û bang kir ku hemû kes di vê mijarê de hestiyar bin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button