Break newsNûçeslide

Barzanî partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê dicivîne

Hewlêr  – Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Siûd Mella ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez kir ku mijara leşkerî wê bi girîngî di civata her ENKS û EGRKê de bê behskirin.

Sekreterê PDK-Sê Siûd Mella ragihand ku roja duşemê (13ê mehê) wê ENKS û EGRKê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê li hev bicivin.

Mella diyar kir ku her du alî wê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî rewşa Kobanî guftûgo bikin.

Siûd Mella da zanîn ku tevahiya mijarên girîng di serî de jî mijara leşkerî wê di vê civînê de bên behskirin.

Sekreterê PDK-Sê got ,sibê, wê Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê civateke amadekariyê li dar bixe û roja duşemê wê civata hevbeş ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button