Break newsNûçeslide

Newaf Reşîd semînerek li Hewlêrê li dar xist

Yekiti Media

Endamê Komîteya ramyarî ya PYK-S birêz Newaf Reşîd semînerek konevanî û rêxistinî bi rê ve bir li ofîsa Partîyê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.

Semîner li hola pakrewan Ebdî Ne’san ya gotaran di ofîsa Partîyê de hat li dar xistin , û gelek mijarên siyasî tê de hebû..

Danûstendinên Kurdî /kurdî bingeha semînerê bû li gorî nûçegihanê “Yekiti Media” , digel girîngiya danûstandinan li ba ENKSê, û astengîyên ku li pêşiya pêşketina danûstandinan ji aliyê din rû dide.

Reşîd li ser girîngiya afirandina atmosferek erênî ji aliyê çavdêr ê Emerîkî, tekezî kir .

Ji aliyekî din ve peywendiyên Encûmenê digel opozîsyona Sûrîyê cihê xwe di semînerê de girt, ku Reşîd şîrovekir mîkanîzma nûneratîyê di nav opozîsyona dijberîya Sûrîyê de û desteya danûstandinên Sûrîyê de jî.

Herwiha Reşîd hemû pêşveçûnên konevanî ku li qada Surî rû dide û bandora dewletên zilhêz li ser erdê diyar kir ..

Derbarê rewşa penaberan li herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li bajarê Hewlêrê, Reşîd pirs û pirsyarîkirin ên amedevanan bersivand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button