Break newsNûçeslide

Malbata hunermendê kurd Seîd Yûsif ji aliyê PYK-S hat xelatkirin

Yekiti Media

Partîya Yekîtîya Kurdistana – Sûriye duh înîyê, malbata hunermendê nemir û mîrê bizqê Se’îd Yûsif xelat kir..

Xelatkirin di merasîma bîranîna salvegera yekemîn a koçbarkirina mîrê bizqê Se’îd Yûsif de bû , ku li hola Elnicûm (stêrkan) hat li dar xistin, ku endamê Komîteya ramyarî ya PYK-S birêz Mecdel Delî mertalek bîranînê pêşkêşî hunermend Zoro ku korê nemir Seîd Yûsif e, bi navê nivîsgeha ciwanan a PYK-S kir.

Di merasîmê de endamê Komîteya ramyarî Mecdel Delî gotinek got tê de bi navê PYK-S sersaxîyê ji malbata nemir Seîd Yûsif re nû kir, û rola wî ya pêşeng di huner û muzîka Kurdî de bi dehsalan de nirxand, û ji aliyê xwe ve Zoro spasiya Partiya Yekiti kir ku bi vî erkî rabûn .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button