Break newsRaportslide

ENKSê salvegera 42emîn ji koça dawî ya nemir Barzanî vejand

Duh roja Duşemê yekê Avdarê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li sûriyê bîranîna 42emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî li piraniya bajar û bajarokên Kurdistana Sûrîyê vejandin, û gundê Helaq ya devera Alîyan kombûna herî mezin ji cemaweran bû , û herwiha di vê boneyê de asayîşên PYD’ê dest bi girtinê kirin û desteserkirina alavên deng jî ..

Di vê helkeftê de wêneyên nemir hate hildan di gel alên Kurdî, û xwendina helbestan, û herwiha gotinên bi navê ENKSê û PDK-Sê hatin gotin ku naveroka hemûyan li ser rola nemir di tevgera rizgarkirina Kurdistanê û parçeyên ji jiyana wî heya koça wî di 1ê Avdara 1979an de bû .

Di heman demê de nûçegihanê “Yekiti Media” ragihand ku asayîşa PYD’ê alavên deng ji meydana ahengê desteserkirin., di gel girtina peyamnêrê kenala ARK ê birêz Ahmed Sofî li ser yek rêbendên ku li ser riya Dêrikê ye dema ku ew ji gundê Bana Qesrê vedigerîya bajêr, û piştî ku aheng bi dawî bû asayîşê Ahmad Sofî bi serbestî berda û alavên deng jî vegerandin..

Ji aliyekî din ve nûçegihana me diyar kir ku rêveberiya PYD’ê nehişt ku helkeftê bê li dar xistin li cihê ku Encûmena xwecîhî li Yarîgeha Elcezîra amedekirbû û aheng hat veguhestin ber bi qada Elkehrba (elektrîkê).

Li gundê Hilêq a devera Alîyan, aheng û kombûna herî mezin ji cemawerên kurdî li wir hat li dar xistin, ku cemaweran bersiva vexwendina encûmenên xwecîhî yên bi ser ENKS ê ve li bajarokên : Girkê Legê, Çilaxa û Alîyan, Tirbespîyê, û li gorî nûçegihanê Yekiti Media asayîşa PYD’ê herdu hunermendan (Dilo bavê Dilêr, û Behzad Birûcî) girtin û alavên deng jî desteserkirin, ku piştî bi dawî bûna ahengê bi serbestî hatin berdan, û alavên deng jî vegerandin

Herwiha ENKSê ev helkeft li bajarên (Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Dirbêsîyê, Kobanê, û bajarokê Til Temir) vejand.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button