Break newsNûçeslide

Hewlêr: Mihdî Dawûd ji aliyê PYK-S hat xelatkirin

Yekiti Media

Rêxistina Hewlêrê ya PYK-S duh roja înîyê, endamê komîteya şaxê ” Mihdî Dawûd xelat kir ji ber çalakiyên wî di rêxistinê de.

Xelatkirin di dema vekirina hola gotaran li ofîsa Partîyê li Hewlêrê de, ku endamê Komîteya ramyarî ya Partîyê birêz Newaf Reşîd, endamê komîteya şaxê ” Mihdî Dawûd” bi mertalek bîranînê xelat kir.

Mihdî Dawûd ji xelkê bajarê Serê kanîyê ye, û niha li bajarê Hewlêrê rûdine, û gelek hevkarî kiriye bi pêşkêşkirina gelek tabloyên hunerî de.

Ji alîyê xwe ve Dawûd spasiya hevalên xwe yên di rêxistina Hewlêrê de kir ji bo xelatkirina wî, û di heman demê de tekezî kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomîne ji bo doza gelê Kurd.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button