Break newsNûçeslide

Merwan Îdê semînerek konevanî li gundewarê Amûdê bi rê ve bir

Yekiti Media

Îro roja înîyê, rêxistina Amûdê ya PYK-S semînerek konevanî li gundê Fûqanêk li gundewarê rojhilatê Amûdê li dar xist..

Semîner ji aliyê Merwan Îdê endamê Komîteya ramyarî ya PYK-S hat bi rê ve birinQ , û wî tê de pêşveçûnên konevanî yên herî berbiçav di qada Sûrîyeyê û Kurdistanî de gotûbêjkir..

Îdê li ser rola ENKSê ku pê radibe di nav dijberîya sûrî de, û civînên navnetewî ku pêk tînin bi mebesta destnîşankirina mafên gelê Kurd di destûra Sûrîyê de ku li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd pêk tê, diaxivî..

Herwiha endamê Komîteya ramyarî ya PYK-S di semînera xwe de behsa danûstandinên kurdî kir, û tekezî kir ku ENKSê yekîtîya hêzên kurdî wekî bijardeyek stratejî ava dike, lê divê astengîyên ku ji aliyê yê dî pêk tîne bê hilatin, û atmosferek erênî ji aliyê sponsorê dîyalogê bê afirandin da ku bingeheke ji bo serkeftina danûstandinan.

Ji aliyekî din ve Îdê li ser eniya Aştî û Azadîyê û çêkirina komîteyên wê axivî, û diyar kir ku ew ê eniyê di pêşerojê de xwedî rolek balkêş be.

Di dawiya semînerê de deriyê pirsan û gengeşeya beşdaran hat vekirin ku di encamê de semîner dewlemendtir bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button