Break newsNûçeslide

Rêveberîya PYD’ê baceyek nû li ser dikanan ferz dike

Yekiti Media

Rêveberîya Partîya Yekîtîya Dêmokrat baceyek nû li ser dikanên bazirganî li sûka bajarê Qamişloyê ferzkirin, ku di vê rewşa aborî ya dijwar ku herêm tê de derbas dibe û rûxandina lîreya Surî li hemberî Dolarê Emerîkî ku dolarek ji 3500 L. S derbasbûyî.

Derbarê vê yekê bazirganiyek ji sûka bajêr ragihand ku Şaredarîya gel ya girêdayî rêveberîya Xweser a ku ji hêla PYD’ê ve hatiye ragihandin, baceyek nû bi navê ruxset (destûr) a rêveberî ferz dike, û bazirganan neçar kirin ku ji bo her metrekareya wan 500 lîreyên Sûrî bidin ji qada dikanê, û ji bilî ku ew kompareyên zêde didin, li ser wan hatiye ferzkirin kompareyên din bidin .

Bazirgan ê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Yekiti Media nîşankir ku baca nû di sala 2021an de bi tenê hatiye ferzkirin, û tekezî kir ku Şaredarîyê ew gef kirin bi ferzkirina serpêçîyên darayî bi du qatî li ser kesê ku dereng bibe yan vê bacê neda.

Tê zanîn ku rêveberiya PYD’ê çend baceyan bi nav û hincetên din ferzkirina wekî (baceya yekîtîya cureyan, baceya darayî , baceya ruxset a rêveberî, baceya ruxset a pîşe yan meslek) û yên din, û di ser da daxwazkirina wan piştgirîkirina PYD’ê û Yekîneyên Parastina gel.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button