Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Tirkiyê xwenîşandan li dijî encamên referandûmê berdewam dikin
Yekîtî Media 22/4/2017
Xwenîşandan û nerazîbûnên li dijî encamên referandûma 16ê Nîsanê ya Tirkiyê berdewam dike.
Li bajarê Stenbolê navçeyên wekî Bakirkoy, Kadikoy, Avcilar û Beşîktaşê welatî derletin li kolanan û dirûşmên nerazîbûnê bilind kirin. Li gor Xwenîşanderen encama referandûmê nayê û sextekarî hatiye kirin û divê referandûm betal bibe.
Ji aliyekî din ve li bajarê Uşakê jî xwenîşandan hebû lê polîsan destêwerdana çalakvanan kir û 15 kes binçavkirin.