Break newsNûçeslide

Li rojavayê Kobanê dewriyeke hevbeş a Rûsî – Tirk bi rê ve çû

Yekiti Media

Îro Dûşemê, polîsê leşkerî yê Rûsyayê dewriyek hevbeş bi layê Tirkî re li gundewarê rojavayê Kobanê bi rê kir, ku ev dewriya duyem e li ser hev li aliyê rojavayî ji Kobanê

Dewriya ku ji heşt otomobîlên leşkerî yên Rûsî û Tirkî pêk dihat digel du firokeyên Rûsî ji gundê Eşma 20 KM rojavayî Kobanê dikeve bi rê ket..

Ew li gundên Çarqeliyê Fûqanî, Cibna, Beyadiye geriya û gihîşt gundê Zûr Mexar a ku dikev hemberî Cerablusê li rexê rojhilatê çemê Firatê û gundê dawîn e di rojavayê Kobanê.

Dewrî piştî ku gihîşt gundê Zûr Mexar vegeriya ber aliyê Rojhat, û li gundên Beyadiye, Cibna, Çarqeliyê Fûqanî, Qeran Dikmdaş, Xûrxûrî, Bûban û Seftek heya gihîşt rêbenda Asayîşa PYD’ê ku nêzîkî herêma El-Îda’a li rojavayê Kobanê.

Dewrî di eynî rê de vegeriya nîşandeka destpêkê, ku otomobîlên leşkerî yên layê Tirkiyeyê derbasî dergehê ku nêzîkî gundê Eşma bûn, û otomobîlên leşkerî yên Rûsyayê vegeriyan bargeha xwe li herêma El-Îda’a li rojavayê Kobanê..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button