Break newsRaportslide

Agehname ji civata berfireh a PYK-S

 

Civîna berfireh a Partiya me, bi amadebûna endamên komîta navendî û nûneran ji desteya Şêwirmendê û Komîtên Herêmî li nav û derveyî welat, û hola sereke li navxweyî di riya (online) bi deverên dî li ( Kurdistan, Ewropa, Tirkiye û Efrînê) re hat girêdan.

Civîn bi sirûda netewî ya Kurdî (EY REQÎB) dest pê kir, û piştre raporta konevanî ku ji hêla Sekreterê Partiyê ve hate pêşkêşkirin , ku tê de bû nirxandina qonaxa piştî kongirê heştemîn ê Partiyê , hat xwendin.

Raport anî ziman li ser warê rêxistinî , ku amedebûnan guhdan raporta hatibû pêşkêşkirin ji aliyê Komîta Şêwirmendê ya Partiyê , ku civat dewlemend kir bi bîrok û ramanan û têbîniyên bi nirx ji bo pêşketina karê partiyê, û piştre raporên komîtên Herêmî li Kurdistana Sûriyê ji Efrînê heya Dêrikê hat xwendin tevlî raporên Herêmiyên li derve ku bi giştî tewer bû li ser karê partiyê û pêwsîtiya xebatê ji bo dabînkirina Partiyê ji kadroyên gênc , û amedebûnan rawestiyan li ser rêxistina Efrînê û karên wê bi erênî nirxandin .

Civîn hejmarek ji biryar stand di warê Rêxistinî de , yê herî giring ev in :

– Drustkirina komîteyekê ji bo amadekirina reşnivîsa pergala navxweyî, û pêşkêşî kongirê nehemîn ê partiyê bike, ku lihevhatî be bi giyanê serdemê û pêşveçûnên mezin di navgînên peywendiyê li ber çav bigirin .

-pûtek têrahî bi amedekirina kadroyên Partiyê di riya pêkanîna meşq û rahênanên taybet a amedekirina kadroyên partî..

Herwiha di raporê de hatibû siyaseta medyayî ya Partiyê , ku amedebûnan pesna hewldana hevalan di desteya nivîsê ya rojnameya navendî ya partiyê û malpera wê ya fermî (Yekiti Media),û şêweyên pêşxistina wê ber bi baştir.

Amedebûnan bi dirêjahî kêşeyên siyasî ku di raporta konevanî de hatibû gotûbêjkirin.

Amedebûnan rawestiyan li ser birêveçûna şoreşa Sûriyê, ku Sûriyê bû qadeke vekirî ji destdirêjiyên navdewletî û herêmî da ku hesabên xwe li ser hesabê hemwelatiyên Sûrî çareser bikin, û biryara sûrî ji destê sûriyan hem rêjîm û dijberîyê derket, di encamê de di warê pratîkê de Sûrî hatiye perçekirin di navbera çend dewletan de :

1- Deverên rêjîmê di bin kontrola Rûsyayê û Îranê û çekdarên wê.

2- Deverên Rojavayê Firatê di bin kontrola Tirkiyeyê û çekdarên alîgirê wê.

3- Deverên rojhilatê Firatê di bin kontrola Emerîka û Tirkiyeyê û hêzên Sûriya demoqrat.

Û ta niha Neteweyên Yekbûyî têkçû di afirandina çareseriyekê ji Zehmetkêşên sûriyan jiber dûrûpêçkirina rêjîmê ji bo çareseriya siyasî bi biştevanî û alîkariyê ji Rûsiya û Îranê, ku diyar bû tu pêşveçûn rûneda di her pênc rûniştinên komîta destûrî de.

Amedebûnan bang li civata navnetewî kirin ku çareseriyek siyasî ji kirîza surîyeyê bilez bibîne li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi kirîza Sûrî, nexasim biriyara 2254 ji bo bi dawîkirina Zehmetkêşên Sûriyan.
Civata berfireh rawestiya li ser azarên gelê me li Efrîn û Serê kaniyê û Girê Spî yên ku ketine bin kontrola komên çekdar ên alîgirê Tirkiyeyê .

Civatê binpêkirin û pêvajoyên guhertinê demografî li van navçeyan şermezar kir, û banga civata navdewletî kir ku pêwîst e bi kotekî mîlîsên çekdar ji bajar û bajarokên nîştecîh kiriye vekişin, û rêvebirina wan radestî nîştecîhên resen bikin , herwiha amedebûnan kiryarên terorîstî û teqînan şermezar kirin, ku sivîlan kirine nîşan , û dihêlin kesên ku mane ji gelê me koçber bibin û herêmê vala bikin û didin ber guhertina demografî.

Ji ber vê yekê divê ku aliyên Kurdî xebatên xwe yên siyasî xurtir bikin di nava cemaweran de, û piştevaniya wan bikin û ji wan bixwazin ku xwe bi xaka xwe bigrin û li gund û bajarên xwe bimînin, ku ev gewretirîn berxwedan e, jiber ku berxwedana guhertina demografî bi gotinên vala nayê kirin , lê bi vekirina ofîsên encûmenê û partiyên wê li van herêman ta ku gelê me dema ku bibînin encûmen di nava wan û bi wan re ye bi ewlehîyek rêjeyî hest bikin, jiber ku siyaseta bazdanê ji mafdayîn a ku erkê me ye, bêtir li cem gelê me bêhêvîtiyekê rûdide , û dawîkirina dagirkirinên ku li hemû herêmên Sûriyê rûdane tenê bi misogerkirina çareseriyek siyasî di riya Neteweyên Yekbûyî de çêdibe .

Civata berfireh li ser rola encûmena Niştimanî ya Kurdî rawestîya û pêwsîtiya parastina wê jiber ku bûye navnîşanek netewî berpanî ye ku nûneratiya gelê kurd dike di kombûnên navdewletî yên taybet di çareseriya krîza Sûrîyeyê de.

Û pêwîste ji nû ve encûmen li avahiya xwe ya rêxistinî û karê xwe siyasî binêre, û civat tekezî kir li girîngiya rola partiyê di nava encûmenê de, û hebûna wê di hemû encûmenên xwecîhî li navxweyî û derve, û hewcedariya pêşxistina peywendiyên dualî bi hemû pêkhateyên encûmenê re da ku xizmeta pêşketina encûmenê û pêşveçûna wê bike .

Amedebûnan tekezî kirin ku berjewendiyên gelê me hewce dike ku em di çarçoveya dijberiya Sûrîyeyê de kar bikin da ku mafê gelê me di destûra Sûrîyeyê ya pêşerojê biçespînin, û girîngiya domandina karê encûmenê di nava opozîsyonê de û desteya danûstandinê û Komîta Destûrî da ku xizmeta berjewendiyên gelê me bikin.

Ragihandina damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê hat, di çarçoveya hewldanên lêgerîna berdewam ji bo yekrêziya hêzên dijberiya Sûrîyeyê , ev yek ji me tê xwestin ku alîkar bin di aktîvkirina eniyê da ku rola xwe ya hêvîdar wekî çarçoveyek bibandor ku berjewendiyên pêkhateyên gelê Sûriyê pêk bîne .

Danûstendinên di navbera Encûmenê û PYNKê cihekî fireh ji karê civata berfireh girt, û tekezî kir ku yek helwest û rêza Kurdî ji bo partiya me bijareke sitratêjiye, loma me piştgirî da biryara derbasbûnê di danûstandinan bi PYD’ê re di bin çavdêriya Emerîkî û misogerkirinê ji Mezlûm Ebdê fermandarê hêzên Sûriya demoqrat bi armanca gihîştina rêkeftinekê ku parastina gelê me û herêmên wan û dabînkirina mafê wan di Sûriya pêşerojê de tê de hebe.

Partiya me bi erênî dinirxîne derbarê tiştên hatine bicîhanîn bi aliyê din re, di dema çûyî de ji nêrîna konevanî ya hevbeş û lêvegera konevanî.
Û em ji gelê xwe re venaşêrin ku hewldanên domdar ji aliyê PYD’ê ve hene da ku danûstandinan têkbibin, û diyar bû di vegera revandina ne gihayiyan, tengavkirin û gefên li ser malbatên pêşmergeyên Roj, vegera şewitandina ofîsên encûmenê û partiyên wê û girtina çalakvanan û mamosteyan, vegotina lêdwanên Xiniztiyê ji aliyê serokê şanda wan a ji bo danûstandinan li dijî encûmenê û Pêşmerge dihat .

Ev hemû kiryaran me vegerandin çargoşeya yekem bi binpêkirina sozên ku ew bi xwe dane di daxuyaniya ku ji desteya navxweyî ya rêveberiya PYD’ê derket ji bo pêkanîna rêkarên avakirina baweriyê berî dest bi danûstandinan bikin, ev yek dide xuyakirin ku ew bi hevparî bi Encûmenê re ne bawer in, û dixebitin da ku têgihîştinan têkbibin û ji berçûna pêvajoya danûstandinê jî, piştî ku ew bawer in ku Encûmen cidî ye ji bo bigîhêjin rêkeftinekê xizmeta gelê me û doza wî bike.

Loma amedebûnan bang li sponsorê Emerîkî kir ku li ser lêdwanên xiniztî û xerabî û herwiha danîna sînorekî ji van binpêkirinan re rawestin, û misogerkirina birêz Mezlûm Ebdê ku neyên dubarekirin di pêşerojê de ku bibe zemîneke geş ji bo vegerin maseya danûstandinan.

Herwiha civata berfireh destwerdana PKK’ê di karûbarên miletê Kurd li Sûriyê û dayîna hinceta ji Tirkiyeyê da ku derbasî deverên dî li Kurdistana Sûriyê bibin şermezar kir, û em bang li wan dikin ku ji deverên me vekişin û vegerin meydana xwe li Kurdistana Tirkiyê .

Di warê peywendiyên Kurdistanî de, civatê pesindan peywendiyên bêlîbûyî bi PDKê re yê hevalbend , û nirx dan rola berbiçav û xuya ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî di piştgirî û piştevaniya doza gelê kurd li Kurdistana Sûriyê , û divê xebat bikin ji bo pêşxistina peywendiyan bi partiyên Kurdistanî re li ser zemîna berjewendiyên hevpar yên neteweyî .

Herwiha civatê rewşa aborî ya dijwar ku Sûriyê bi giştî tê de derbas dibe , û herêmên kurdî bi taybetî gotûbêjkirin , ku piraniya mirovan niha di bin xeta hejariyê de dijîn di bin siya bûhayê kirêtî de, ku encamên xirab li ser asta jiyarê û civatê ew ê rû bide ji ber ku samanên herêmê ketiye bin destê komek biçûk de ku kontrola debara gelê me dikin.

Civat tekezî kir ku bang li civata navdewletî û dewletên Yekbûyî girîng e ku alîkariyên bilez ji bo deverên kurdî re bişînin û divêt ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî hevapr û çavdêr be li ser belavkirina wê jî ..

Ji aliyekî din ve civat tekezî kir li ser lêvebûna partiyê ji bo avakirina peywendiyên erênî bi aliyên derveyî Encûmenê ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ê neteweyî bike.

Sekreterê Partiyê spasiya hemû heval û endaman kir, ku bûn alîkar di têkbirina hewldanên têkbirina helwesta Yekîtî û xeta wê ya siyasî ku girêdayî bi ecîndeyên derve û navxweyî bûn.

Herwiha civat da xuya kirin ku hevalên ku dixwazin vegerin nava refên Partiya xwe derî vekiriye pêşiya wan.
Civatê karên xwe bi dawî kir bi silavkirina jinên kurd bi boneya roja cîhanî ya jinê, û herwiha civînê hebûna jinan a berbiçav û bibandor di civata berfireh pesindan..

Qamişlo 9ê Avdara 2021an
Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurdistana-Sûrîyê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button