Break newsRaportslide

Hewlêr…. Îbrahîm Biro semînerek dîyalogê bi rê ve bir

Yekiti Media
Di roja Sêşemê 16ê Avdara 2021an de, semînerek gotûbêjkirinê li hola pakrewan Ebdî Ne’san a li ofîsa PYK-S li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bi boneya derbasbûna deh salan li ser şoreşa Sûriyê, hat li dar xistin.

Semîner ji aliyê Îbrahîm Biro endamê Komîta konevanî ya PYK-S hat bi rê ve birin , bi beşdariya hejmarek ji siyasetmedarên kurd.

Gotarbêj di semînerê de çend xalên sereke anî ziman, wekî : “derbasbûna den salan li ser şoreşa Surî, û axivtinek kurtî derbarê destpêka şoreşê , û çi hat serê wê piştî destpêkirina şoreşê, û rola kurdan di şoreşa Sûriyê de” .

Ji aliyekî din ve Biro nîşan da derbarê serpêhatiyên gelan di şoreşan de, helwesta civaka navdewletî li hemberî şoreşa Sûrî, û çawa bi berpirsiyariya xwe ya rewiştî ( exlaqî) li hemberî gelê Sûrî ranebûn û pêk ne anîn.

Beşdaran her kesek li gorî nêrîna xwe di mijarên semînarê de gotûbêjkirin.

Di derbarê vê yekê de, siyasetmedarê Kurd Ced’an Elî ji “Yekiti Media” re di derbarê semînerê de wiha got: “hevdîtin û çalakiyên wiha pir bikêr in, daxwaz dikm di pêşerojê de û bi mijarên curbicur dubare bibin , nemaze di derbarê bûyer û rewşên siyasî yên heyî di qada Sûrî li ser astên Kurdî û Sûrî de.
Û spasiyên xwe pêşkêşî rêxistina Hewlêrê ya PYK-S kir, ku vê çalakiya li dar xist bi mijarên cuda û bi beşdariya hejmarek ji siyasetmedarên kurd, ku wan rewşa netewî li Sûriya û pêşeroja Sûriya gotûbêjkirin, û siyaseta Kurd ji aliyê neteweyî û nîştimanî ve, û di warê têkiliyên di navbera hemû aliyan de nirxandin .

Ji aliyê xwe ve sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriya, Şelal Gedo , tekezî kir li ser girîngiya semînara diyalogê , û nîşan da bi girîngiya ku siyasetmedarên Kurd ên ku li herêma Kurdistanê dimînin ramanên tên pêşkêşkirin qebûl bikin , ji bo nêrînên hev nas bikin , û bang kir ji bo dubarekirina wê di demên bê de û bi pêşkêşkirina mijarên curbicur .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button