Break newsNûçeslide

Ajokarên xîça ( Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo) di girava ji kar de ne û daxwaza bilindbûna nirxê veguhestinê dikin

Yekiti Media

Îro roja yekşemê 14ê Avdara 2021an, xwediyên otobûsan ên veguhestina siwaran ji Dêrik û Girkê Legê ber ve Qamişlo û berovajî wê , girav ji kar kirin, û daxwaza bilindbûna nirxê hatûçûnê dikin.

Hemwelatîyekî ku dixwest ji Girkê Legê biçe Qamişlo wiha got : ez matmayî bûm ku otobûsan li garaja bajarok tune ye, û girav ji kar kirine heta ku desteya hatûçûn û şaredarê ya rêveberîya PYD’ê nirxê hatûçûnê ji 800 L.S zêde bike bo 1500 L. S, û nîşan da ku ew û grûpek rêwî neçar man (vanek) taybet û bi buhayê her neferek bi 2500 L. S kirê bikin, û tekezî kir gelek ji rêwiyan vegerîyan malên xwe û karên xwe hiştin sibê.

Ajokarên otobûsan daxwa dikin ku nirxê veguhestinê ji Dêrik ber bi Qamişlo ji 1300 L. S heya 2000 L.S, û ji Girkê Legê ber bi Qamişlo ji 800 L.S heya 1500 L. S werin zêdekirin.

Herwiha şaredarî û desteya veguhestinê erêkir bûn li ser zêdekirina buhayê hatûçûnê ji Dêrik û Girkê Legê ber bi Qamişlo bi zêdekirina 200 L. S ku ajokaran redkirin.

Û ev yek tê bi domandina ketinxwariya nirxê lîreyî Sûrîyê li hemberî diravên beyanî, ku buhayê Dolarek bûye zêdeyî 4000 L. S, û bilindbûna buhayê kûtalan û tiştan bi rengekî mezin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button