Break newsNûçeslide

Tirbespîyê… Xelatkirina girtiyên serhildana 12ê Avdarê

Yekiti Media

Encûmena xwecîhî ya Tirbespîyê ya girêdayî bi ser ENKSê ve, girtîyên raperîna 12ê Avdarê li bajêrê û gundewarên wê xelatkirin bi boneya bîranîna salvegera 17emîn ya raperînê.

Nûçegihana Yekiti Media got ku Encûmena xwecîhî li Tirbespîyê bîranîna salvegera raperîna 12ê Avdarê vejandin bi beşdariya hejmarek mezin ji hemwelatiyên bajêr û gundewarên wê.

Li gorî nûçegihana me di merasîma bîranîna serhildanê de, serdana gorên pakrewanên Pêşmergeyên Roj “Xemgîn Qedrî li gundê Dêrona Qelenga, û Silêman Hacî li gundê Kerdîm, û danîna ala Kurdî û gurzên gula li ser gorên wan hat kirin .

Herwiha gotinan hatin pêşkêşkirin li ser bûyerên serhildanê û pakrewanên ku canê xwe dane welat , Pabendbûn bi Nirxên şehadet û pakrewaniyê, û peyase kirina şopa wan .

Di nava serdana gorên pakrewanan spasî û pesindan û xelatkirin bi mertalek bîranînê ji aliyê Encûmena xwecîhî ji hin girtiyên serhildana 12ê Avdarê û malbata Silêman Hacî hat pêşkêşkirin, bi dilsozî kirinek derbarê ku tiştê di zindanên rêjîma Sûrîyeyê de dîtine, û îşkencekirina ku kişandine.

Tê zanîn ku di vê ahengek ê de gelek cemawer ji xelkê Tirbespîyê û gundewarên wê, û rêxistinên partiyan, û rêxistinên ciwanan û jinan di bajêr de beşdar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button