Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Qoserê bi bombeyên rondikrêj êrîşî xwepêşandanan hate kirin

Yekîtî Media 23/5/2016

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), xwest ku li navçeya Qoser a Mêrdînê xwepêşandanekê li dar bixe. Lê hêzên ewlekariya Tirkiyê, bi hiceta ku alaya Tirkiyê hatiye daxistin, bi bombeyên rondikrêj û avê êrîş li gel kirin.

Li pêş avahiya Şaredariya Qoserê, bi beşdarbûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Parlamenterên HDP’ê mîtînga bi navê “Hemberê Derbeyê Mîtînga Demokratîk ya Gel” hat lidar xistin.

Beriya ku Yuksekdag dest bi axaftinê bike, zarokekî alaya Tirk daxist û  şûna wê alaya HDP’ê girêda.

Hêzên ewlekariya Tirk, bi vê hicetê bi bombeyên rondikrêj êrîş li girseya ku meydanê kombûne kirin.

Di êrîşa tund ya hêzên ewlekariyê de gelek kes birîndar bûn û 20 kes jî hatin binçavkirin. Polîsan girse belav kirin û nehîştin ku mîtîng were li dar xistin.

Fîgen Yuksekdag, Hevseroka HDP’ê piştî belavbûna girseyê di avahiya Şaredariyê de daxuyanî da rojnamevanan û got, li vê derê bi armanca ku êrîşê li gel bikin provokasyonek hat kirin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button