Break newsNûçeslide

ENKS ê di daxuyaniyekê de kiryarên asayişa PYD ê şermezar dike

Yekîtî Media 23/5/2016

Encûmena Niştmanî ya Kurd li Suriyê  (ENKS)ê kiryarên Asayişa PYD ê derbarê girtina xortan li Amûde û devera Koçeran şermezar kir.

Emîndariya Giştî ya ENKS ê îro di daxuyaniyekê de, kiryarên Asayişa PYD bi dorpêçkirina gundan û girtina xortan bo leşkeriya naçar û êrîşkirina malên gundiyan li Amûdê û devera Koçeran şermezar kir.

Herwiha ENKS ê berpirsiyetiya van karan xist stûyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de.

Îro li berbangê, zêdetirî deh otombêlên leşkerî yên asayişa PYD êrîşî gundên Amûde û devera Koçeran kirin, ku bi dehan xort di bin navê leşkeriya naçar de girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button