Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Diyarbekirê 59 gund û mezrik hatin qedexekirin
Yekîtî Media 29/5/2017
Li Diyarbekirê, li 59 gund û mezrikên bi ser 3 navçeyan ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin. Qedexe ji bo gundên bi ser Lice, Karaz, Pîran û Hezroyê ve duh hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke duyemîn ev qedexe dewam bike.
Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 59 gund û mezrikên bi ser navçeya Lice, Karaz, Hezro û Pîranê ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand.
Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê hatiye ragihandin û heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriyê dê li wan herêmên qedexekirî operasyon dewam bikin.