Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kurdistan ji Tirkiyeyê tezmînatê dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê, ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şerî gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kiribû, daxwaza tezmînatê ji Tirkiyeyê kir.

Lijneya Navxwe û Asayîşê û Encumena Cîgayî di Parlamentoya Kurdistanê de bi amadebûna Berpirsê Pêwendiyên Dervê Felah Mistefa li gel rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê civiyan.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Qadir Rezgayî ji Rûdawê re got:  “Di hevdîtinê de me derbarê zirarên balafirên Tirkiyeyê yên dayîn Herêma Kurdistanê de raportek hûrgilî da radestê rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê.”

 

Qadir Rezgeyî diyar kir, wan ji rayedarên Balyozxaneya Tirkiyeyê eşkere gotine; şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyeyê de zerarek cidî dide Herêma Kurdistanê û herwiha wan pêşniyar kiriye ku herdu alî demildest dîsa vegerin ser maseyê gotûbêjan.

Rezgeyî anî ziman wan ji bo malbetên di encama êrişên Tirkiyeyê de yên li Başûrê Kurdistanê rastî zerarî hatîn, tezmînat xwestine û wiha domand: “Me taynbetî ji bo malbatên li Zergelê û Kortekê şehîd û birîndar dane tezmînat xwest. Gelekî malbatan jî ji ber tirsa bombebaranan mal, zevî û warên xwe terkirine.”

Balafirên şerî yên Artêşa Tirkiyeyê di 1ê Tebaxa îsal de gundê Zergelê ya Quntara Qendîlê bombebaran kiribû û di encam de ji bilî ziyan madî 8 welatiyên sivîl  û 2 gerîlayên PKKê şehîd ketibûn û 9 kesên din jî birîndar bibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button