Break newsNûçeslide

Helwesta Me Nayê Guhertin  Ji Çûna Esed Û Em Ji Rûsiya Dixwazin Ku Hêzên Xwe Ji Sûriya Vekişîne

Bedir Camûs endamê desteya siyasî yê Hevbendiya Niştimanî rexne girt li daxuyaniyên hin aliyên Ewropî ku daxwaza mana Esed kirine li ser desthilatê di qonaxa vehguhêz de, hewiha li hin aliyên ku daxwaza beşdariya wî kirine di dijberiya rêxistina DAÎŞê de, û got ku: “pêwîst e Civaka Navdewletî bi tevayî kar bike ji bona çûna Esed û destekên wî yên desthilatdar,  herwiha ji bo pêkanîna desteyek fermanrewî ya veguhêz bi tevaya desthilatdariyan ligor daxuyaniya Jinêv”, û dîsa got ku: “ew bitenê bi awayekî karîger dikare terorê jinav bibe”.
Camûs amaje kir ku ev pêşniyar “bitenê hewlên bêhêvîne ji bona windakirina tawanên rêjîma Esed, û hewlên dubarekirina wî ne”, hevdem tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û şoreşger û hemû aliyên opozisyona Sûrî “wê bi yekrêzî rawestin ji bona têkşikandina her hewlekê ji van hewlan”.
Camûs bi tundî tevgerên Rûsiya yê vê dawîyê di Sûriya de û destêwerdana wê ya leşkerî ya rasterast li kêlek rêjîma Esed pirotisto kir, hevdem bal kişand ku “Rûsiya bi destêwerdana xwe ya leşkeriya rasterast bûye hevpara rêjîmê piştî şandina çek û teqemenî û pispor û şehrezayên  serbazî bi dirêjahiya çar salan.
Herwiha Daxwaz ji Hikûmeta Rûsî kir ku hêzên xwe ji Sûriya vekişîne, û hişyarî da ku wê li hember van kiryaran wê karvedanên mezin hebin, ku wê gotina dawiyê û vebir wê ji şoreşgerên Sûriya re be, yên ji çend salan ve şerê çeteyên rêjîma Esed û ya Îranê û mêlîşeyên tayifeperist  ji regezên ciyawaz dikin”, herwiha wê “her serbazek di hindur Sûriya ku li dijî wan şer dike wê bibe armancek rewa ji şoreşgeran re”.Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button