Break newsNûçeslide

Elmalih: Rûsya Û Îran Sûriya Lihev Par Kirine Û Gerek Komkara Erebî Bilive

Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Heysem Elmalih got ko Rûsya û Îran ji piştgiriya Rêjîma Esed ya darayî, leşkerî, ragihandinî û Siyasî ji destpêka Şoreşê de ranewestiyane. di hersê mehên buhurî de aşkere armanc û berjewendiyên wan ji pey evê piştgiriyê li ser hesabê miletê Sûrî û xwîna zarokên wan diyar bûne.
Ew yadnameya ko Heysem Elmalih di civîna Xula Normal de de ya  endamên herdemî yên dewletên Komkara Erebî li bargeha wê li Qahire îro piştî nîvro radestî wan kir. Elmalih destnîşan kir ku ew cengên hêzên Îran li Xûta Şamê û herêmên wê û bi taybetî li Zebedanî û danûstandinên aşkere ko hêzên wê digel Şoreşgeran dikin, û pirkirina piştgiriya leşkerî Rûsî bi Çek û Şervanan li Peravên Sûriyê û destdanîna ser Firokxana Laziqiyê aşkere dike ko Beşar Elesed Sûriya firoştiye Îran û Rûsya, li hember ko li ser desthilatê bimîne.
Elmalih da xuyakirin ko Rûsya û Îran herêmên ew lê desthilat in li hev par kirine, çimkî Rûsya û hêzên xwe li Peravên Sûriyê û Îran û Çeteyên xwe li Şamê û li ser sînorê Libnanê û Hums û derdora wê ne, û diyar kir ko pilaneke Îran heye ko dixwaze Şamê ber bi Şî’iybûnê ve bibe. Û miletê wê koçber bike. Di planeke leşkerî, siyasî û ragihandinî de bi amanca guherîna dîmugrafî ko xelkên wê yên resen derxîne û xelkên Şî’aa ko ji Îran, Îraq, Libnan û Efganistan anîne li wir neştecî bike. Rêjîm jî dê nasnameya Sûrî bide wan li Şama kevin û li Bistanên Mezê û li dora Şamê karûbarê milkiya xaniyan hêsan bike.
Elmalih tekez kir ko Efser û leşkerên Îranî  tengasiyan ji sivîlan re li Şamê li ber rêbendan çêdikin, û taxên niştecihan bombebaran dikin û jêderên mûşekên wan bargehên Şaxên Ewlekariya Sûriyê ne, ji bo niştecihan bitirsînin û ewan neçar bikin ko ji bajêr koçber bibin. Hate diyar kirin ko rojane 200 malbat, bi xwe û zarokên xwe ve, ji ber fişaran ji Şamê direvin û ev kar di bin sîwaneke bêdengiyêa Erebî û Cîhanî de dibe.
Elmalih ev pilana ko ji Sûriyê re tête nexişkirin  pirotesto kir. Her wiha tawankariyên li dijî mirovanhiyê û yên qirkirina bikomel û tawankariyên cînosayida regezî ya ko gelê Sûrî dibîne bi destê hêzên Rêjîmê û Îranê û çeteyên wê yên mezhebperest û evê dawiyê hêzên Rûsya yên ko li Sûriyê belav bûne pirotesto kir. 
Her wiha doz li desthilatên Erebî û Komkara Erebî kir ko bi berpirsiyariyên xwe beraber gelê Sûrî rabin. Çimkî têwirdana Îran û Rûsya zirarê digihîne Ewlekariya Neteweya Erebî. Her wiha doz li Rêkxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir û bi taybetî Encûmena Ewlekariyê ko bilez bilivin da derdê miletê Sûrî bidawî bikin û biryarên xwe yên bi mijara Sûriyê ve girêdayî ne cîbicî bikin û bi taybetî biryara 2042 ya sala 2012an û biryara 2139 ya sala 2014an û sînorekî ji tawankariyên rêjîmê re deynin û tawankaran radestî Dadgeha Navdewletî bikin da siza bibin li ser tiştên ko bi serê milet kirine.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button