Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kurdên Almanya serxwebûnê dixwazin

Bi piştevaniya partî û komeleyên Kurdistanî (Hevkar) li bajarê Koln ya Almanyayê biryare di demjimêr 2 paş nîvroya roja şemiyê 9/87/2014 `an xwepêşandaneke mezin bo piştgîrîkirina helmeta komkirina îmzeyan bo serxwebûna kurdistanê û mafê çara xwe nivîsînê li bajarê Kolnê saz bikin.

Komîteya Hevkar daxwaz li hemû Kurdistaniyên akinciyê herêmê Nordrayn, Fîsvaln, Koln dike ku beşdarî di wê xwepêşandanê de bikin weku helwestekî niştimanî bo serxwebûna gelê Kurdistanê û wefayek jib o xwîna şehîdên rêya rtizgariya Kurdistanê.

Her weha biryare di wê rojê de 500 alên Kurdistanê li cihê xwepêşandanê bilind bikin û ahengekê jî lidar bixin.

Demjimêr/14:00 ta 16:00 paş nîvro

Cih/kêleka kelîseya Dom

DomPlatt . am Römerbogen. Köln 50667

PUKmedia/Loqman Berzencî – Almanya

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button