Break newsHevpeyvînslide

Mistefa Cuma: Emê di demeke kurt de ji PYDê bihêztir bibin

Mistefa Cuma endamê navendî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûrî (PDK.S) ye. Ew berê sekreterê partiya Azadî bû, ku ligel sê partiyên din tevlî partiya nûdamezrandî PDK-Sê bûn.

Rûdaw: Niha Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrişî Kobanê dike. Hûn vê çawa dinirxînin?

Mustefa Cuma: Kobanê herêmeke pirr giring e. Eger bikeve destê DAIŞ, wê Kurd îcar koçber bibin. Rewşeke pirr bi xeter e. Bes ez bawer nakim ku DAIŞ bi tenê tevdigere. Îran û Beşar Esed li pista DAIŞ in.

Armanca welatên herêmî bi piştgiriya DAIŞê çi ye?

Armanca wan ku Kurd belav bin. Projeyeke Kurdayetiyê heye: Dewleteke serbixwe naxwazin, DAIŞ jî beşek ji vê projeyê ye. Hinek leyîstik di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û DAIŞê de hene. PYD ne projeyeke kurdî ye, tiştekî kurdî tê de nîne, ji ber ku PYD bi xêra Esed û bi çekên wî xurt bû. Ti şoreşa Rojava nîne, şoreşa Sûriyê heye. Ev gotin vala ye, gotineke bêmane ye. PYD jî hebûna DAIŞê bikartîne, wekî hêncet ku Kurdan çekdar bike.

Çar partî bûn yek, bûn Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûrî (PDK-S). Armanc çi ye?

Em hêvî dikin ev partî bibe hêzeke cemawerî û siyasî. Em dixwazin Kurd bigihijin mafên xwe yên netewî di Sûriyeke federal de.

Ango hûn serxwebûn naxwazin?

Na, em di serî de di destûra nû ya Sûriyê de dixwazin behsa mafên Kurdan bê kirin. Paşê em bibînin Sûriyeke otonom an federal be.

PDK-S bi çek e?

Partiya me ti biryar neda ku çekdar be, ji ber ku em naxwazin birakujî çêbibe. Rojekê lazim be, partiya me jî çekdar dibe, piştgiriyê bi gelê Kurd û Sûriyê dike. Vê demê em dikarin çekdar bin. Hevalên me, pêşmergeyên me bi hezaran in, pirr bi hêz in û perwerde bûne. Em di demeke nêzik de dikarin ji PYDê xurttir bin.

Têkiliya we bi PYDê çawa ye?

PYD destûr nade ku partiyeke din kar bike. PYD girêdayî projeyeke derve ye, ne projeyeke kurdî ye. Nahêlin partiyên din karên xwe yên siyasî bikin, dixwaze herkes di destê wan de be.

Tesîra vê siyaseta PYDê li we çawa ye?

Mixabin ez nikarim vegerim Rojava. Berê ez carekê girtim, piştî wê dostê me Behzad Dorsin winda bû. Herwiha em kuştinên havîna borî li Amûdê ji bîr nakin.

Çend sivîl di 2013yê de li Amûdê hatin kuştin. Hûn pêşketinan dibînin?

Na, PYDê hîç helwesta xwe neguherî. Gellek hevalên me li Amûdê şehîd bûn û gellek hevalên din zindanî bûn. PYDê yên berpirs ceza nekirin.

PYD dibêje yên ku dixwazin tevlî parastina Rojava bibin, bila werin tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin. Hûn çima wiha nakin?

PYD dibêje “werin di bin me de kar bikin, teslîmê me bin”, nabêjin “werin em wek bira bi hev re şer bikin, kar bikin”. Eger wiha bêjin, emê sibê çekan rakin. Herwiha em naxwazin xwe teslîmê wan bikin. PYD ne hizbeke kurdî ye. Navê wê jî ne kurdî ye. Yekîtiya Demokrat, Yekîneyên Parastina Gel, tiştek kurdî tê de nîne.

Planên we hene ku di pêşerojê de diyalogê ligel PYDê bikin?

Tevgera kurdî bi hevre be, ji bo pirsa Kurd baştir be. Mixabin PYD destûr nade ku kes serbixwe be, dixwaze herkes wekî wê be. Em jî wê qebûl nakin.

Hûn beşek ji opozîsyona Sûriyê ne. Baweriya PYDê jî bi vê opozîsyonê nîne û dibêjin Sûriyeke nû piştî Esad wê xerabtir be, ji ber ku beşeke mezin ji opozîsyonê ji komên radîkal ên îslamî pêk tên?

Ez jî ne razî me. Lê opozîsyona sûrî ne hemû îslamî ne, komûnîst hene, Kurd jî tê de hene, gellek teref, gellek siyaset hene, tevlîhev in. Îro opozîsyon temsîla şoreşa sûrî dike, em ji vê sedemê beşek ji wê ne.

Lê PYD bawer nake ku opozîsyon mafên Kurdan bide.

Mustefa Cuma: Dokûment di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) de heye û tê de mafên Kurdan qebûl dikin. Ew dokûment behsa mafên Kurdan ên netewî, zimanî û kultûrî dikin.

Sala borî serokê berê yê ENSê Burhan Xelyûn got “Kurdistana Sûrî tine” û got Kurdên Rojava wekî mihacirên Frensayê ne?

Ev nêrîna wî ya siyasî ye. Em gotinên wiha qebûl nakin û dibêjin Kurd hene, di nav çar dewletan de perçe bûne, Tirkiye, Sûrî, Iraq û Îran. Kurd neteweyek in, pencî milyon Kurd hene, mafên wan wekî her miletekî din jî hene.

We gellek welatên Ewropayê ziyaret kirin. Hûn ji van welatan çi dixwazin?

Em ji Ewropayê piştgiriyê dixwazin, da ku alîkar bin bi şoreşa sûrî re. Belkî gellek şaşîtî di hundirê wê de hene, le alîkarî ji bo me pêwîst e, di warê derman û tiştên din de. Gellek birçîbûn, zulm û êş hene.

Li ser kolandina xendekan nakokî di navbera PYDê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hebû. Nêrîna we çi ye?

Serok Mesûd Barzanî mirovekî bi aqil e, gellekî bîrewer û berketî ye. Biryarên durist dide û baş zanîbû ku rojekê DAIŞ wê were. Ango Barzanî rast derket.

Hevpeyvîn: Deniz Serinci
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button