Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hêzên Pêşmerge ketin nav navçeya Şengalê

Li gorî cîgirê berpirsê rêxistinên Neyenwa ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Xeyrî Şengalî ku hêzên Pêşmerge ketin Şengalê.

Her weha Şengalî ji PUKmedia`yê re ragihand ku hêzên pêşmerge ketin nav navçeya Şengalê û dest bi paqijkirina çekdarên DAIŞê kirin û çûn bo hawardana xelkê ku li çiyayê Şengalê asê bûne.

Ji aliyeke din ve, jêdereke ji fermandariya hêzên YPG`ê jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew mil bi milê pêşmergeyan ketine nava navçeya Şengalê û beşek ji hêzên wan gihîştin ser çiyayê Şengalê tako alîkariya xelkê kurd yên ku ji ber terorîstan hilkişîbûn wir bikin.

PUKmedai-Taybet

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button