Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Komkara Erebî: Em destwerdana Îranê di navçeyê de red dikin
Yekîtî Media 8/11/2017
Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxêz got: “Em hemû li gel Siûdiyê ne ji bo rûbirûbûna gefên derekî.”
Ehmed Ebulxêz di kongirekî rojnamevanî de diyar kir, ku ew dijatiya niha beramberî Siûdiyê tê kirin, di ti serdemêkê de wek wê nebûye.
Ebulxêz li ser destwerdanên Îranê di navçeyê de got: Cîhanî Erebî yekdeng e li ser redkirina wan pêngavên Îranê, ku nakokî û girjiyan zêde dikin bi armanca sepandina hejmûna Taranê li ser navçeyê, ev jî karekî qirêj e û ji ti aliyekî ve nayê qebûlkirin.
Emîndarê giştî yê Komkara Erebî got jî: “Di demekê de Siûdiyê rastî wan gefên metirsîdar hatiye, ji erkê hemû welatên Erebî ye mil bi milê Siûdiyê li pêşiya wan gefan rawestin.”