Break newsNûçeslide

Kobanî: Hêzên kurdî planeke DAIŞê pûç kirin

Kobanî (Rûdaw) – Îro li bajarê Kobanî şer di navbera çekdarên rêxistina DAIŞê û hêzên hevbeş de li bintara Kaşê Miştenûr berdewam e, balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî jî bombebarankirina çeperên DAIŞê didomînin.

Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo, şeva borî çekdarên rêxistina DAIŞê xwestibûn li aliyê “Çargoşeya Ewlekariyê” ve êrişî êzên kurdî bikin, lê şervanên YPGê bersiva wan dabûn.

Imer Kalo diyar kir ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî li Kobanî bi çekên giran berdewam çeperên DAIŞê topbaran dikin, li hember wê, ev bû çend roj ku avêtina topan ji aliyê rêxisitina DAIŞê ve pir kêm bûye, wê yekê jî rihetiyek ji hêzên kurdî û sivîlan re çêkiriye93300Image1

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button