Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parlemana Fransa biryar da

319161412015_1

Fransa, ku bi êrîşên li hemberî Charlîe Hebdo re bû hedefa terorîstên radîkal, biryar da ku xebatên xwe yên li nava koalîsyona li dijî DAIŞ’ê yên li Iraqê dewam bike.

Di dengdana li Meclîsa Neteweyî ay Fransayê de 488 parlamenteran bûn alîgirê dewama êrîşên hewayî, parlamenterekî jî dengê dijber bikar anî. 13 parlamenterên endamên Eniya Çep (Front de Gauche) a li mûxalefetê jî bêalî man.

Di daxuyaniya ji aliyê Eniya Çep ve hat kirin de hat ragihandin ku têkoşîna siyasî û dîplomatîk a li hemberî barbariya DAIŞ’ê ‘kêm’ e, lewma beşdarî dengdanê nebûne.

Fransayê ji meha Îlonê û pê ve li hemberî hedefên DAIŞ’ê yên li Iraqê dest bi êrîşên hewayî kiribû. Ev biryara Fransayê di nava meha Kanûnê de ketibû rojeva meclîsê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button