Break newsNûçeslide

Aliyên dijbereya Sûriyê nerîneke hevbeş dibînin

Hewlêr – Nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) Qasim El-Xetîb ragihand ku biryar e hevdîtinên aliyên dijbereya Sûriyê di van du rojan de, careke din, li Qahîreyê bêne lidarxistin.

Nûnerê Îtîlafê Qasim El-Xetîb ji Rûdawê re got: “Ti pêwendiya hevdîtinên Qahîreyê ligel înisyatîfa Rûsyayê nîne.”

El-Xetîb herwiha eşkere kir ku dewleta Misrê ti destêxistinê di van hevdîtinan de nake.

Di heman çarçoveyê de, El-Xetîb nîşan bi wê yekê da ku di van hevdîtinan de, kar li ser belgeya nerîneke hevbeş dibe, ji bo çareya krîza Sûriyê.

Qasim El-Xetîb wiha domnad: “Dewleta Misrê û Komkara Erebî razîbûna xwe li ser van hevdîtinan diyar dikin.”

Tê zanîn ku ji du mehan ve li Qahîreya paytexta Misrê ev hevdîtin, di navbera aliyên dijbereya sûrî de, têne lidarxistin, lê hêj encamên wan zelal nebûne.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button