Break newsNûçeslide

Ji Desthilata Libnanî Tê Xwestin Ko Sînorê Xwe Kontrol Bike Û Destdirêjiyên Hizbullaha Tirorirst Gem Bike

Endamê Desteya Siyasî û Emîndarê Giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs, bi gotinên tund tiştên ko li Zebedanî li Gundewarê Şamê dibe, ko Rêjîma Esed û Çeteyên Hizbullaha tirorist bi operasiyoneke leşkerî rabûne pirotesto kir.
Tekez kir ko operasiyon çi cudahiyê nake navbera Malên Sivîlan û bargehên leşkerî, û hemû cûreyên Çekan wek bermîlên teqîner û dûravêjên Hawin bikar tînin.
Îro berbanga Sêşembê şerekî giran di navbera Şoreşgerên ko bajêr diparêzin û Hêzên Rêjîmê û endamên Çeteyên Hizbullaha tirorist ya ko pêşkêşiya Şer dike çê bû.
Bi taybetî li tewera Taxa Elcem’iyat rojavayê bajêr, her wiha ji evê sibehê de firokên cengî yên Rêjîma Esed 15 êrîş birine ser bajêr. 
Berî evê êrîşê çend teqîn li bajarên Tel û Renkûs û Wadî Bereda çê bûn.
Amanc jê ew bû ko tevlîheviyê çê bikin û sivîlan ji herêmê derbider bikin, û Hizbullah ewan kontrol bike da bikaribe xêzeke cudahiya sînorî di navbera Libnan û Sûriyê de çê bike.
Camûs diyar kir ko Rêjîma Esed hemû deverên geştûgozariyê li bajarê Zebedanî wêran kirine. Camûs erk û berpirsyariya kontrolkirina sînor bi Sûriyê re xist ser milê Desthilata Libnanê û got gerek nehêle Çeteyên Hizbulla tirorist zêdegaviyan li miletê Sûriyê bike.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button