Break newsNûçeslide

Çareseriya Kirîza Penaberan Bi Dabînkirina Herêmên Hêmin Dibe, Heta Em Cenga Xwe Bi Rêjîmê Re Vebirin

Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ko hejmara kesên ji ber cenga Esed li ser Sûriyan reviyane ji pênc salan ve “di zêdebûnê de ne û çi qas dirindiya Rêjîmê bêtir dibe bikaranîna Bermîlên teqîner li dijî sivîlan derbiderî jî dibe.”

Desteya bala ya bi ser Netewên Yekbûyî ve di daxuyaniyekê de ragihand ko hejmara Penaberên Sûriyê yên ji ber şerê Rêjîma Esed reviyane bêtir ji çar milyonan in. 
Ew jî wisa belavkirî ne Tikiyê 1.8 milyon, Libnan 1.2 milyon, Urdin 630 hezar, Îraq 250hezar, Misir 133hezar û 300hezar li Welatên din belavkirî ne. 

Elmislit tekez kir “madem ko Esed dikare bi firokan Herêmên Niştecihan bombebaran bike û sivîlan bêtir bikuje bê ko ji aliyê Civaka Navdewletî bête siza kirin, ew dê her qeyrana Penaberan hebe û qurbanî pir bibin. ”

Elmislit bêtir got: “Çareseriya evê qonaxê ya lezgîn ji bo çareseriya kirîza Penaberan qedexekirina firîna firokên Esed û nehiştina bêtir bermîl bi ser serên Sivîlan de bibarin. 
Eger qedexekirineke asmanî çê bibe (eger li parekê be jî) li bakur û başûrê Sûriyê da cihekî hêmin ji bo zarok û jinan dabîn bibe. Ewê  hingê qutbirrîna şer jî bi evê Rêjîma ko tiroristiya dewletê li dijî miletê ko doza azadiya xwe kiriye pêk tê.  ”
Desteya bala di daxuyaniya xwe de got dora 6.7 milyon xelk li hindirê Sûriyê derbider bûne. Bêtirê wan di rewşeke pir dijwar de dijîn û Dezgehên hawarhatinê yên mirovî nikarin bi hawara wan ve biçin.  

Desteyê tekez kir ko ev hejmara pir hişt ko qeyrana Penaberên Sûriyê ya mezintir qeyran ji 25 salan ve bibe. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button