Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Piştî 40 sal wezîrtî wefat kir!

Navenda Nûçeyan (Rûdaw) –  Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê yê berê Siûd Feysel piştî 40 sal wezîrtî di temenê 75 saliyê de koça dawî kir.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê yê berê, piştî ku çend meh bûn dest ji karê xwe berda, koça dawî kir.

Siûd Feysel bo demeke gelek dirêj Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyeyê bû. Feysel ji sala 1975an û heya meha Nîsan a îsal û bo dema 40 salî Wezîrê Derve yê Siûdiyeyê bû. Tê gotin, dema wezîrîtiya wî di kursiyê Wezareta Derveya Erebistana Siûdiyeyê de, demdirêjtirîn wezîrîtiya derve ye.

Siûd Feysel di 29ê meha Nîsan a îsal (2015an) de dest ji kar berda û Şahê Erebistanê, Şah Selman jî dest ji kar berdana wî qebûl kir û li cihê wî Balyozê berê yê wî welatî li Washingtonê Ehmed El Cubîeyr wek wezîrê derve yê nû destnîşan kir.

Siûd Feysel ku bo dema 40 salî di kursiyê wezareta derve ya Siûdiyeyê de kar dikir, piştî 2.5 mehan jiyana xwe ji dest da.

Di heyama wezîrtiya Feysel de, 4 şahan li Erebistana  Siûdiyeyê gihîştin desthilatdariyê. Wek wezîrê derve yê Erebistanê, ku hevpeymaneke girîngê Amerîkayê li herêmê di warê siyasî û aborî de ye, roleke mezin a diplomatîk hebû.

Feysel berî di daxuyaniyekê de gotibû, tişta herî biêş û xemgînî ji wî re ew e ku di heyama karkirina wî de, dewleta Felestînê nehat damezrandin.

Feysel, ji ber rewşa wî ya saxlemiyê, Şah Selman bi awayeke sembolîk ew wek şêwirmendê karûbarên derve yê xwe destnîşan kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button