Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Davutoglu serdana Bexdayê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokweîzêr Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dê serdana Iraqê bike û derbarê pêwendiyên navbera Enqere û Bexdayê, rewşa navçeyê û şerê li dijî DAIŞê de bi rayedarên Iraqê re gotûbêjan bike.

Ofîsa Serokweîzrê Iraqê, Heyder Ebadî îro di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê demkî û raspartî bo pêkanîna  hikûmeta nû ya Tirkiyeyê encam da.

Li gor wê daxuyaniyê, “Ebadî û Oglu di vê pêwendiya telefonî de behsa pêwendiyên du alî yên navbera her du welatan, pirsên ewlehî û serkeftina hêzên ewlehî yên Iraqê bi ser çekdarên DAIŞê de kirin.”

Herwiha Serokwezîrê Iraqê, ji ber serkeftina encamdana hilbijartinên parlamentoya Tirkiyeyê, pîrozbayî li Serokwezîrê wî welatî Ahmet davutoglu kir û hêvî jê re xwast ku di pêkanîna hikûmeta nû de serkeftî be.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, Serokwezîrê Iraqê Ebadî amaje bi parastina sînorê navbera her du welatan kiriye û daxwaz ji Davutoglu kiriye, Tirkiye rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê li ser sînor bigire.

Li gor dauxyaniyê, Ebadî ji Davutoglu re ragihandiye: “Kiryarên DAIŞê li Sûriyê zêdetir û berfirehtir dibin û zêdebûna nakokiyên tayifî jî dê bandorek xirab li Iraqê û Tirkiyeyê  û hemû navçeyê bike.”

Ebadî herwiha tekez kiriye, ku hêzên Iraqê rijd in li ser serkeftina li hember çekdarên DAIŞê û derxistina bajarên Rumadî û Mûsil û tevayê Iraqê ji dest çekdarên DAIŞê.

 

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî di vê pêwendiyê de sipasiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û amadeyiya welatê xwe bo alîkariya Iraqê di her warî de û bi taybetî jî di warê ewlehî û agahiyên îstîxbaratî de ragihandiye.

Davutoglu herwiha amaje bi wê yekê daye, ku dê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Tirkiyeyê, bo xurtkirina pêwendiyên navbera her du aliyan serdana Iraqê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button