Break newsNûçeslide

Hevbendî Bi Dî Mistora Re Dicive Berî Pêşkêşkirina Raporta Xwe ya Dawiyê Li Roja Duşema Bê

Îro roja pêncşemê li bajarê Jinêvê yê Siwêsira şanda Hevbendiya Niştimanî bi şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora û tîma wî ya taybet re civiya, û herdu aliyan piroseya bicihkirina daxuyaniya Jinêv gengeşe kirin, û ji aliyê xwe ve Hevbendiyê boçûna xwe ya taybet derbarê damezrandina desteya Fermanrewaya veguhêz bi tevaya desthilatdariyan pêşkêş kir.
Ev hevdîtin hat berî pêşkêşkirina Dî Mistora roja duşema bê ji raporta xwe re ya derbarê Sûriyê bo Ban kî Moon sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî.
Herwiha herdu aliyan asoyên çareseriya siyasî gengeşe kirin li ser rohnaiya pêşhatên vê dawiyê û mîkanizmên cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv û gişta Dî Mistora ya li vê dawiyê di navçeyê de.
Ku şanda Hevbendiyê pêkhat ji heryek Xalid Xoca serokê Hevbendiyê û herdu cêgirên wî Hîşam Merwa û Mistefa Oso û ji endamên desteya siyasî Ehmed Remezan û Hesan Elhaşimî û sikirtêrê berê Bedir Camûş û serokê berê Hadî Elbehra.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiyê pêgiriya xwe bi çareseriya siyasî ya li ser esasê daxuyaniya Jinêv tekez kir, bo derbasî qonaxek veguhêz bibe bi rêka damezrandina desteyeka hikumraniya veguhêz ya rêkeftin li ser hatî kirin bê hebûna çi cihekî ji Esed û hêmayên rêjîma wî re ji tawankarên tawan derheqê Sûriyan kirine.
Herwiha Hevbendî tekez dike ku desteya fermanrewaya Veguhêz ew dikare serkêşiya Sûriyan bike bo jinavbirina jêdera terora ku rêjîma Esed bû alîkar di çêbûn û belavbûna wê de.Jêder:Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button