Gotar

Îran û Hemas Bûn Sedema Komelkujiyekê, Filistînî ji Dewletbûnê Dûr Xistin

11/11/20230
Dema ku Hemasê di 7ê Cotmehê de êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan kir, diyar bû ku ev dê bibe êrîşeke xwekûjî û întîharî. Wê demê Gelo çima Hemasê bi hemû çekdarên xwe êrişî Dewleta Îsraîlê nekir?
Îbrahîm GUÇLU
Hemasê, di 7ê Cotmehê de li hemberî Yahûdiyan û Dewleta îsraîlê di rojeke pîroz de êrîşeke terorîstî ya xurt pêk anî. Gelek Yahûdîyên sivîl û leşker hatin kuştin. Bi Yahûdiyan re gelek hemwelatiyên dewletên din jî dîl hatin girtin û heta nûha jî ew di destê Hemasê de esîr û dîl in.
Wek min di gelek nivîsên xwe de û di bernameyeke telewîzyonê de diyar kir, Hemasê ew êrîş ne bi serê xwe pêk anî, wê bi alîkariya Dewleta Kolonyalîst, Teokratîk û Faşîst a Îranê ew operasyon cîbicî kir.
Di vê êrîşê de armanca Îranê gelek zelal û mezin bû. Piştî ku Dewleta Îsraîlê êrîşî Hemasê û Xezzeyê kir, ev armanca Îranê roj bi roj derket rojeva Rohilatê Navîn û bi taybetî ji rojeva Dewletên Îslamî û Misilmanan. Iranê bêserûberî û kaos derxist, dewletên Islamî û hemû Misilman mecbûr kirin ku siyaseta wan di ser Hemasê re biparêzin, normalîzebûna di nav dewletên Islamî û İsraîlê de têk bide, wan ji İsraîlê dûr bixe. Di heman demê de hêzên ji wê re li Rojhilatê Navîn wekîltiyê dikin, realîze û radîkalîze bike. Ew armanca xwe jî gelek bi hêsanî pêk anî. Li Libnanê Hizbullahê û li Si’ûdî Erebîstanê Tusiiyan û Haşda Şe’bî û gelek rêxistinên terorîst ên girêdayî Îranê dest bi êrîşa îsralê û Emerıkayê kirin.
Dewleta kolonyalîst ya Îranê li Rojhilatê Navîn û li dinyayê hêza xwe ya siyasî û leşkerî xurttir kir. Diyar e ku gelek deweletên Islamî jî dê jinûve bi Îranê re danûstandinên xwe yên siyasî pêk bînin. Îran bi awayekî dikare ji dorpêçkirina siyasî û aborî xelas bibe.
Diyar e dê Dewleta Îranê di vê stratejiya xwe de serkeftî be.
Hemas jî dibêje ku “15-20 sal in Pirsa Filîstînê, ji rojveva dinyayê derketiye, ji bona ku em wê bixin rojevê û dewletbûna Filîstînê çareser bikin, me êrîşî Dewleta îsraîlê kir.”
Gelo ew stratejiya Îran û Hasmasê ji bona Filistîniyan hat çi wateyê? Ew stratejiya Hemasê pêkan û mumkin e ku avakirina dewleta Filîstîniyan bîne ropjevê?
1-Dema Îran û Hemasê biryar da ku êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan bikin, divê baş zanîbana ku Dewleta îsraîlê dewleteke xurt e, û xurtbûna xwe di şerê 1967 û 73an de û pişt re jî çesipandiye. Dîsa dizanîn ku Emerîka û Dewletên Ewrupayê ji Dewleta îsraîlê re rasterast alîkar in.
Dewleta Îsraîlê li hemberî Hesmasê û Xezzeyê dest bi şer kir, û him jî dê dest bi şerekî xurt bike. Di encamê de jî wusa bû. Dewleta Îsraîlê li hemberî Hemasê û Xezeyê dest bi şer kir. Li Xezzeyê komelkujiyek pêk hat. Divê Misilman Dewleta Îranê û Hemasê di qetlîamê de berpirsiyar bibînin. Hezar mixabin di vê pirsê de tevlîhevî û manîpulasyoneke gelek xurt heye. Hemû Dewletên Îslamî û Misilman û Dewleta Tirk li dû derew û sextekariyên Dewleta Îranê û Hemasê yên terorîst diçin.
2-Dîsa tê gotin ku Hemas xwediyê hêzeke mezin ya çekdar e. Ji aliyê teknolojiya leşkerî de bi hêz e û xwediyê 40.000 hezar çekdarî ye. Hemasê dema ku di 7ê Cotmehê de êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan kir, diyar bû ku ev dê bibe êrîşeke xwekûjî û întîharî. Wê demê Gelo Hemasê çima bi hemû çekdarên xwe êrişî Dewleta Îsraîlê nekir? Heger di derbarê çekdarên wan de agahdarî rast in, wê demê dikarîbûn bi hemû hêza xwe ya leşkerî zirareke mezin bigihînin Dewleta îsraîlê û bajarên nêzikî Xezzeyê dagîr bikirina. Ev yeka ji bona Dewleta Îsraîlê û dinyayê dibû mijareke siyasî ya girîng. Bi awayekî stratejiya tê qalkirin, wateyek qezenc dikir. Lê ew nekir. Ew pirseke girîng e. An jî agahdariyên di derbarê Hemasê de ne rast in.
Pirseke din ya girîng: Hamas heger xwediyê hêzeke mezin ya çekdar û leşkerî ye; 33 roj in ku Dewleta Îsraîlê Xezeyê bombaran dike û bi girseyî zarok, jin, zilam tên kuştin, Hemasê heta nuha çima berxwedanek nekir û pêşiya vê negirt?
Hamas, 33 roj in ku êrîşên Dewleta îsraîlê temaşa dikin. Gelo ev nayê wê wateyê ku Hemasê ji bona berjewendiya xwe ya terorîstî û grubî; ji bo berjewandiya Dewleta Îranê, gelê Filîstin avête nav agir?
3-Hemû dewletên dinyayê di dewletavakirina Filîstîniyan de xwediyên konsensûs û li hevkirinekê ne. Loma jî Filîstinî li Neteweyên Yekgirtî û platformên din yên navneteweyî wek xwediyê berpirsiyaran tên nas kirin. Lê ji bona avakirina dewletê şertê wan yê axeke hevbeş tune ye. Lê dîsa jî wek min gelek caran jî nivîsand, Filîstînî defacto (fiîlên) xwediyê du dewletan e. Ew dewlet, “Dewleta Xezzeyê” û “Dewleta Dife Elxerbiye” ne. Li Herdu beşan jî hikûmet hene. Beşa rewa û danpêdayî ji aliyê dinyayê ve ya “Dife Elxerbiye” ya bi serokatiya Mehmûd Abbas e, yê ku wek serokê hemû Filîstîniyan pêşwazî dibe.
Lê avakirina dewleta Fiîstîn li ser axeke hevbeş gelek zehmet e. Dewleta Îsraîlê jî, ji Filîstîniyan re axeke hevbeş çê nake.
Êrîşa Îran û Hemasê Fiîstinî zêdetir ji avakirina dewletekê li ser axa hevbeş dûr xistin. Divê ku Filîstînî vî hesabî ji Îranê û ji Hemasê bipirsin.
Ev helwesta Hemasê jî pirseke din tîne rojevê, gelo Hemasê ji bona dewleta Filistîn ava bibe, ava bûye, an jî ji bona ku pêşiya Dewletbûna Filîstîniyan bigre hatiye avakirin?
Ev rola Hemasê dişibê rola PKKê li Kurdistanê? Wek tê zanîn PKKê û serokê PKKê Ocalan gelek vekirî aşkere dikin ku wan pêşiya Dewleta Kurdistanê girtiye. Dîsa ew dibêjin ku “heger PKKê nebûya, Neteweya Kurd bi hêz û rêxistinên xwe dewlet ava dikirin.”
Diyarbekir, 11. 11. 2023

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button